PeyamaKurd – Li bajarê Hewlêrê di rûdaneka trafîkê de 2 kesan can dan.
Li gor Berdevkê Trafîka Hewlêrê Fazil Hacî diyar kiriye, şeva dî li cadeya 60 Metrî ya Hewlêrê, wesayîteka ku ligel wesayîteka din hevrikî dikir, ji rê derket û li du kesên ku li kêleka cadeyê cigare difrotin qelibî.
Fazil Hacî destnîşan kiriye, mixabin di wê rûdanê de her du kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Ziyanek mezin jî gihîşt wesayît û derdorê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin