Di Komxebata PAK û PSKê de pêsniyara namzedên serbixwe hat kirin

Di Komxebata PAK û PSKê de pêsniyara namzedên serbixwe hat kirin

Peyamakurd - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ku derbarê komxebata bi navê ‘Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Netewî û Demokratîk’ ya li Amedê li dar xistibûn encamnameyek belav kirin.

Di encamnameya komxebata herdu partiyan de hat gotin ku “Piraniya beşdaran piştgirî dan beşdarbûna hilbijartinên herêmî bi namzedê serbixwe, welatparêz û demokrat.”

PAK û PSKê li ser komxebatê ragihand ku zêdetirî 100 siyasetmedar, nivîskar û karsazan beşdarî kiriye û wiha hat gotin: “Tevî nêrînên cûda yên axaftvanan pêşniyarên bi namzedên serbixwe beşdarbûna hilbijartinên herêmî hatin pêşkeşkirin. Ev destpêk ji bo hilbijartinên herêmî hêviyek e.”

Herdu partiyan diyar kir ku dê xebat û nîqaşên wan ên bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an berdewam bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin