PeyamaKurd – Dezgeha Mafên Mirov Hengawê ragihandin ku di nav çend rojên dawî de 3 kolberên kurd di navbera sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê birîndar bûne.
Li gorî Hengawê 08.09.2019an kolberekî xelkê gundê Darmencan ê Serdeştê bi navê Yûsif Mistefapûr ji ber teqeya yekser a Supaya Pasdarên Îranê birîndar bû.
Roja înê 06-09-2019an jî kolberekî din ku xelkê Pîranşarê ye û navê wî Mihemed Ehmediyan e ji ber teqeya yekser a Supaya Pasdarên Îranê birîndar bûye.
Heman roja înê 06-09-2019an kolberekî gundê Derenaxî yê ser bi Merîwanê de, di dema kolberiyê de otomobîlekê lê daye û birîndar bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin