Di protestoya dewriya Rûs-Tirk de sivîlek hat kustin

Di protestoya dewriya Rûs-Tirk de sivîlek hat kustin

PeyamaKurd –Karwanê dewriyeya artêşa Tirkiye û Rûsyayê ku îro rastî protestoya xelkê ya keviran hat, mudaxeleyî xelkê sivîl kir û hat ragihand ku di encama pêlkirina panzera Tirk de, xortekî Kurd bi navê Serxwebûn Elî yê ji gundê Til Cemanê, jiyana xwe ji dest daye.

Karwana dewriyeya sêyemîn a Rûs-Tirk îro li gundê Dêrna Axê yê Girkê Legê ji aliyê welatiyan ve hat protestokirin û welatiyan karwana dewriyeyê dabûn ber keviran.

Karwana dewriyeyê mudaxeleyî protestoyên welatiyên sivîl kir û welatiyê bi navê Serxwebûn Elî yê ji gundê Til Cemanê û hêjmareke sivîlên din jî birîndar bûn.

Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Mustefa Balî, li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku panzera  Tirk li pêş çavên rayedarên Rûs pê li sivîlekî kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin