Di rûbara Zirara ya Mêrgesorê de termê karkerekî ji Qamislo hat dîtin

Di rûbara Zirara ya Mêrgesorê de termê karkerekî ji Qamislo hat dîtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku termê kesekî bi navê Yûsif Ehmed Murad, di rûbara Zirara ya li qezaya Mêrgesorê de hatiye dîtin.

Berpirsê Ragihandinê ya Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Soranê Beyar Mihyedîn ji K24ê re daye xuyakirin, şeva borî ew hatin agahdarkirin ku eger e kesekî bi navê Yûsif Ehmed Murad di rûbara Zirar de xeniqî be.

Beyar Mihyedîn diyar kiriye, tîmên wan bi erkê lêgerînê rabûn û karîn termê Yûsif Ehmed Murad ji avê derbixin. Piştre jî wan term ji bo Bijîşka Dadê ya Soranê şandin.

Berpirsê Ragihandinê ya Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Soranê got, Yûsif Ehmed Murad kurdekî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye û jidayikbûyê sala 1999an e û li zeviyeke xwedîkirina mirîşkan li nêzîkî rûbara Zirara kar dikir.

Li gor gotinên hevalekî wî, Yûsif Ehmed Murad şeva borî çûbû nêçîriya masiyan bike û di avê de xeniqî ye.

Berpirsê Ragihandinê ya Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Soranê daye zanîn ku tenê îsal 14 welatî di rûbarên wê deverê de xeniqîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin