PeyamaKurd- Piştî koronavîrusê temamê dinyayê ditirse ku kulî herin welatên wan û zerarê bidin dehl û danên wan. Eger kulî welatekî îstîla bikin, ev tê vateya ku wê li wê derê zîraet têk biçe û ew sal xelayî dest pêbike.
Di vê çarçoveyê de navçe ya Sêwerek a bi ser Rihayê, îro leqayê kuliyan hatin û tirsa parastina dehl û geniman wan girt. Li gundê Güldoruğu (Geboz), bo kulî zerarê nedin çandiniya wan ji dewletê alîkariyê xwestin.
Xelkê deverê bo çapemeniyê radigihîne ku ev çend salên dawiyê, li deverê gelek kulî hene û zerarê didin çandiniya wan. Cotyar bi qederê derfetên xwe çandiniya xwe derman dikin lê dibêjin ku ev ne bese û divê dewlet alîkariya wan bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin