Di xwepêşandanên Îranê de 9 ji wan Kurd 17 sivîl hatin kuştin

Dîroka Weşanê :
Di xwepêşandanên Îranê de 9 ji wan Kurd 17 sivîl hatin kuştin

PeyamaKurd- Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku di hefteya yekem a xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, kuştina 17 sivîlan hatiye piştrastkirin. Li gorî Hengawê, piraniya qurbaniyan welatiyên Kurd in ku di nav wan de 9 Kurdên Lur û ciwanekî Yarsan jî hene.

Herwiha li bajarê Qûmê jî du kes hatine kuştin ku yek ji wan zarokekî 17 salî ye. Hengawê da zanîn ku ew lêkolîna li ser 6 bûyerên din ên gumanbar jî didomînin.

Di nav hefteya borî de, pêla girtinan jî bi awayekî berfireh berdewam kir û nasnameya 132 kesên hatine desteserkirin hat piştrastkirin. Di nav girtiyan de 68 Kurd, 4 jin û 6 zarok hene.

Rêxistinê bal kişand ser tundiya hêzên ewlehiyê ya li bajarên wekî Melekşahî, Azna, Lordegan û Hersînê, ku li van deveran bi guleyên rasterast êrîşî xwepêşanderan hatiye kirin. Hat diyarkirin ku hêzên rejîmê zextê li malbatên qurbaniyan dikin da ku zarokên xwe wekî "endamên Besîcê" bidin naskirin, lê malbatan ev daxwaz red kirine.

Bûyerên herî bi êş li bajarê Aznayê qewimîn ku tê de stajyerê parêzeriyê Ehmedriza Emanî û zarokê 15 salî Mistefa Felahî jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Nûrawayê jî Ehed Îbrahîmpour dema hewl dida jinekê ji desteserkirinê rizgar bike, bi sê guleyan hat kuştin. Xwepêşandan li parêzgehên wekî Kirmaşan, Loristan, Îlam û Îsfehanê berdewam dikin û bîlançoya binpêkirina mafên mirovan roj bi roj girantir dibe.