PeyamaKurd – Komeleya Hevgirtin û Hevkariya Alimên Olî (DİAYDER) ji ber xutbeya Kurdî hat girtin.
Li gor zanyariyan, DİAYDER ku li bajarê Stenbolê yê Tirkiye kar û xebatên olî dikir, bi hinceta ku bi Kurdî xutbe daye hat girtin.
Dadgeha Tirkiyê di derbarê Komeleya Hevgirtin û Hevkariya Alimên Olî (DİAYDER) de, bi hinceta dayîna xutbeyên Kurdî û çend çalakiyên olî doz vekiribû û di rûniştina dozê ya di 28ê Hezîrana borî de Dadgeha Stenbolê biryara rawestandina kar û xebatên wê komaleyê dabû.
Medyaya Tirkiye eşkere kir, îro 22ê Temûza 2022ê hejmareke hêzên ewlekariya Tirkiye çûne avahiya Komeleya navborî ya li navçeye Şirînevler û deriyê wê mohr kirine û girtine.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di doza Komeleya Hevgirtin û Hevkariya Alimên Olî (DİAYDER) de 4 jê girtî, 23 melayên di komeleyê de endam, tên darizandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin