PeyamaKurd- Hilbijartina endamên meclisên bajaran ku dê di nîsana 2020an de bêkirin, bi xwe re navên ku dibe bibin namzedên parêzgeriyê jî bi xwe re xiste rojeva Kurdistanê. Çavkaniyên siyasî bo tora medyayê ya Rûdawê ragihandine ku dibe bo parêzgeriya bajarê Kerkûkê parêzgerê berê Evdilrehman Mustafa bibe namzed û bikeve serê lîsteya “Hevpeymaniya Kurdistanî”.
Biryar hatibû dayîn ku partiyên Kurdistanê tev bi hevre bi yek lîstekî tevlî hilbijartinên encumena parêzgehan bibin. Ev hevkarî bi xwe re mijara ku dê kî bibe parêzger jî bi xwe re anî ber partiyan.
Li gor ragihandinê; Ebdulrehman Mistefa di encamê de razî bûye û îro bi fermî bersiva aliyên siyasî daye ku amade ye serokatiya lîsteya ‘Hevpeymaniya Kurdistanî’ bike. Lê Mustafa dixwaze ku hemû partî li ser mijarê bi yek deng bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin