Dibe ku Mustafa Selîmî di zîndanê de înfaz bikin

Dibe ku Mustafa Selîmî di zîndanê de înfaz bikin

PeyamaKurd- Komela Mafê Mirovan ya Hengawê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Seqqizê, zîndaniyê bi navê Mustafa Selîmî dibe ku bê înfazkirin. Mustafa Selîmî ji zîndana Seqqize reviyabû lê car din hatibû girtin. Rêvebirên zîndanê ji malbata Mustafa re gotine ku cara dawiyê werin û di zîndanê de seredana wî bikin.

Çavkaniyekî nêzê Selîmî mijarê piştrast kiriye û gotiye wê rêvebiriya zîndanê di nêz de infaza wî bike û lewra ji malbatê re gotine cara dawiyê seredana wî bikin. Mustafa Selîmî bi xwe ji gundekî Seqqizê ye û di sala 2003an de ji doza Moharebehê an ku partiya muxalifa li dijî Xwedê bi cezayê îdamê hatibû cezakirin. 17 sale ku di zîndana Seqqizê de ye. Berê endamtiya wî bo PDK-Î hebû lê vê dawiyê dev ji partiyê berdabû û li mala xwe dima.

Mustafa Selîmî di 27 ê adarê de, bi 70 kesên zîndanî re ji zîndana Seqqizê reviyabû lê 10 roj di şûn de, hêzên asayîşa Îranê wî girtibûn. Dozgerê bajarê Senendajê wî bi rêvebirtiya reva ji zîndan a Seqqizê binav kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin