Dilşad Şehab: Du daxwazên me ji hikûmeta nû ya Iraqê hene

Dilşad Şehab: Du daxwazên me ji hikûmeta nû ya Iraqê hene

PeyamaKurd - Berdevkrê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro 14ê Gulanê li Bexdayê di civîneke rojnamevanî de got: "Li gorî qanûnê, Serokê Herêma Kurdistanê ji rêkxistina peywendiyan  a di navbera deshilatên federal û Herêma Kurdistanê de berpirsiyar e. Serokatiya Herêma Kurdistanê piştgiriya avakirina hikûmeta nû dike."

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku daxwaza wan du alî ye û da zanîn: “Ya yekê em daxwazê ji hemû aliyên Kurdistanî dikin ku tevî nakokiyên siyasî pêdivî ye em di çarçoveyeke berfireh de li ser maf û berjewendiyên xelkê Kurdistanê yekdeng û yekhelwest bin."

Dilşad Şehab ji bo daxwaza duyem jî got: "Em daxwaz dikin ev hikûmet ya hemû xelkê Iraqê be, kar û bingehên federalî di nav vê hikûmetê de reng bidin û hevdem mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê jî biparêze."

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê berî civîna Parlamentoya Iraqê bo dengdana li ser kabîneya Elî Zeydî ku îşev pêk tê, ev daxuyanî dan.

Hêjayî gotinê ye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo beşdarî rûniştina Encûmena Nûnerên Iraqê û bawerîdana bi kabîneya wezarî ya Elî Zeydî bibe gihîştiye avahiya Parlamentoya Iraqê.