PeyamaKurd – Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, tevî boykota gelek partiyan û beşdarnebûna PDKê di hilbijartinan de, roja pişka bo dabeşkirina lîsteyan diyar kir.
Berdevka Komîsyona Hilbijartinan Cumana Galayî ragihand ku wê 6ê Nîsanê ji bo namzed û lîsteyan pişka dabeşkirinê bê kirin.
Galayî tevî beşdarnebûna PDKê û YNKê diyar kiriye ku ew pabendî dema hilbijartinê ya 10ê Hezîranê hatiye ragihandin in.
Cumane Galayî ji medya Iraqê re gotiye, komîsyon xebatên xwe û dê ji bo 10 partî û 54 namzedên navên xwe tomar kirine 6ê Nîsanê pişkê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin