PeyamaKurd - Qesra Spî ragihand ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump wê roja Çarşemê êvarê ji bo lûtkeyeke girîng bi Serokê Çînê Xi Jinping re biçe Pekînê. Tê payîn ku di civînê de têkiliyên bi Çînê re û herwiha mijara Îranê jî were nîqaşkirin.
Qesra Spî ragihand ku Trump wê roja Çarşemê êvarê ji bo lûtkeya bi Serokê Çînê Xi Jinping re bigihêje Pekînê.
Hat ragihandin ku şandeyên Amerîkî û Çînî wê li Koreya Başûr ji bo gera nû ya danûstandinên aborî û bazirganiyê bicivin, berî serdana Serok Donald Trump a hefteya bê ya Çînê.
Daxuyaniyek ji Wezareta Bazirganiyê ya Çînê nîşan da ku şandeya Çînî, bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr He Lifeng, ku berpirsiyarê têkiliyên aborî ye, wê di 12-13ê Gulanê de bi aliyê Amerîkî re li ser mijarên aborî û bazirganiyê yên li Koreya Başûr şêwiran bike.