PeyamaKurd – Hevserokê HDPê Sezai Temelli diyar kir ku pêwist e hikûmeta AKPê ji hilbijartinan dersê wergire. Temelli, “Kurdan berpirsyariya xwe bi cih anî.”
Şaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên ku hatin hilbiajrtin, li Amedê bi serokatiya Hevserokê HDPê Sezai Temelli û Pervin Buldan duh li Amedê civiyan.
Hevseroka HDPê Temelli di wê civînê de axaftine kir û dîyar kir ku kurdan berpirsyariya xwe aniye cih. Temelli, “Hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê pêvajoyekê nîşand dide. Dema em li pêvajoyê dinerin, em dikarin biibêjin ku ev pêvajo, pêvajoya têkoşîna demokrasîyê ye.”
Hevserokê HDPê Temelli destnîşan kir ku piştî redkirina rêkeftina Qesra Dolmabahçe Tirkiye ket bin tecrîdeke giran û di warê siyasî, civakî, aborî û mafê mirovan de krîzek mezin derket holê.
Temelli "AKP û MHP bi israr in ku di nîzama bê hiqûqî de berdewam bin. Di bangeşeya xwe de şêwezeke bi heqaret û tund bikaranîn. Te bê qey ji naçin hilbijartinan lê diçin şerî.”
‘DIVÊ LI GORÎ YASA Û HIQÛQÊ TEVBIGERIN’
Temelli "AKP-MHP ji dêvla ku ji encamên hilbijartinê ji xwe re dersan derxin, di kêmasî û xeletiyên xwe de bi israr in. Lê ev helwest dikare bibe egera şertên girantir ku li Tirkiye peyda bibe. Divê demildest li gorî yasa û hiqûqê tevbigerin."
Hevseroke HDPê d berdewamiya axaftina xwe de destnîşan lir ku hikumeta destilat û tifaqa komarî hê jî naxwazin encama hiljibartinê qebûl bikin.
'GELÊ ME BERPIRSYARIYEK DA ME'
Parlementerê HDPê yê Dêrsimê Alican Onlu jî di wê civînê de jî axaftinek kir û got, “gelê me ne tenê mazbata dane me, herweha berpirsyariyek jî da me. Ez şaredarên me yên nû pîroz dikim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin