Hedefa nû ya Esed sînorê Îsraîlê ye

Hedefa nû ya Esed sînorê Îsraîlê ye

PeyamaKurd - Beşar Esed, li sînorê Urdinê piştî ku kontrol bi dest xist ber bi sînorê Îsraîlê ve hereket kir.

Li gor agahiyên ku ji Derayê hatin wergirtin, rejîm ji bo pêşveçûna ber bi Girên Golanê ve êrişan dike.

Halê hazir qismê mezin ê bajarê Quneytrayê ku dikeve sînorê Girên Golanê di destê muxalifên çekdar de ye.

Rejîm û hêzên Îranî yên piştgirên wê, piştî ku 20ê Hezîranê Deraya rojava bi dest xistin, hewl didin ber bi Quneytraya li Sînorê Îsraîlê ve bimeşin.

Do bi şev piştî êrişên hêzên rejîmê, li nuqteya ku Dera û Quneytra digihên hev li Herra û Masharayê pevçûn derketin.

Rûsya û muxalifên eskerî 6ê Tîrmehê ji bo agirbesta mayinde li hev kiribûn.

Di peymanê de hatibû destnîşankirin ku yên ji Derayê ber bi bakurê welat ve koç bikin rastî astengiyan nayên.

Do konvoya ji 700 kesî pêk dihat a muxalifên çekdar û sivîl tê de bûn gihîşt Îdlibê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin