PeyamaKurd - Herêma Kurdistanê amadebûna xwe nîşan da ku dosyeya petrolê bi temamî radestî Bexdayê bike.
Di civîneke rojnamevanî ya bi beşdariya Cîgirê Seroka Perlemana Kurdistanê Hêmin Hewramî û Wezîrê Plandanînê Dr, Dara Reşîd de, Wezîrê Darayî yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab ragihand, ji bo çareserkirina arîşeyên neşandina mûçeyê ji Bexda, wan çend kesên peywendîdar dîtine û di wê bawerîyê de ne di van nêzîkan de pirsgirêk çareser bibe.
Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd got, di rêkeftina meha 12 ya sala borî û di civînên çend rojên derbasbûyî de li Bexdayê, şanda hikumeta Herma Kurdistanê amadeyîya xwe nîşan daye daku ne 250 hezar bermîlên rojane, lê tevaya dosyeya petrola Herêma Kurdistanê radestî Bexdayê bike, lê bi wê mercê Bexda tevaya şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê bide ligel pereyên Kompanyayên Petrolê.
Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab jî ragihand, di civînên Bexdayê de ji bo xerckirina mûçeyê, em gihîştine mekanîzme û darijtineke hevpişik ji bo bilindkirina bîrewernameyekê bo serokêwezîr niha jî ew bîrwername li pêş serokwezîr e daku biryara xerckirinê bide.
Cenab got, “Me ne tenê behsa mûçeyê kir, lê me behsa gaz û kehrebê jî kir û em rêkeftin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin