Putin bo Netenyahû pêsniyarekî kir

Putin bo Netenyahû pêsniyarekî kir

PeyamaKurd- Televîzyona Îsraîlê kanal 10, di derbarê vekişandina hêzên Îranê ji Sûriyê agahiyeka nû da. Li gor nûçeyê serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû roja duşemê bi endamên komisyona meclisê yên têkiliyên derve û bergiriyê re civînekî çêkiriye. Netenyahû di civînê de gotiye ku Rûsya daxwaz kiriye ku Amerîka dorpêçên ser Îranê sist bike û li hemberê vê kiryarê bila Îran hêzên xwe yên li Sûriyê vekişîne. Putin dibêje ku Amerîka qebûl bike, wê hêj nû zorê bide ser Tehranê da daxwazê qebûl bike.

Nayê zanîn bê Putin vê daxwazê kengê kiriye. Lê Netenyahû mijarê bi temsîlkarê taybet yê Amerîkayê ku ji mijarên Sûriyê berpirse, bi James Jeffrey re, di hevdîtina dawiyê de axifiye. Hat ragihandin ku Îsraîl li ser mijarê axifiye lê hêj biryara xwe nedaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin