Li Diyarbekirê 14 kes hatin binçavkirin

Li Diyarbekirê 14 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna KCDê de, li Diyarbekirê ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê ve biryara desteserkirine 17 kesan hatiye derxistin ku di encama serdegirtina polîsan a malan de 14 kes hatin binçavkirin.

Operasyona polîsan a binçavkirinan îro danê sibehê bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê bi hinceta lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hat destpêkirin û di encama serdegirtina hejmarek navnîşanan de 14 kes hatin binçavkirin.

26ê Hezîrana borî jî di heman çarçoveyê de operasyonek hatibû destpêkirin û endam û rêveberên HDPê jî di nav de 45 kes hatibûn binçavkirin ku 23 kes ji wan hatibûn girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin