PeyamaKurd- Şahidê doza Ergenekonê yê bi navê kod “Anadolu”, Doç. Dr. Ümit Sayın li mala xwe ya Kadıköy a Îstenbolê mirî hat dîtin. Li ser ku parastvanên wî yê polîs jê agahî nestendin, polîsan agahdar kir û deriyê mala wî vekirin lê wî li malê mirî dîtin. Cesedê Sayın birin Rêxistina Tibî ya Edlî. Di mala wî de hinek maddeyên kîmyewî hatin dîtin û wan jî bo lêkolînê birin labaratuarê.
Dr. Ümit Sayın bi tena serê xwe li mala xwe dijiya û ew bi xwe dermansaz bû. Di 28 ê mehê de ji aliyê polîsê parastvanê wî de, wî datîne mala wî û heya vê êvarê çi agahî jê nehatibû. Di 29 ê mehê de siet di 22.30an de polîs li ser gumanê diçin mala wî û deriyê wî vedikin. Dibînin ku jiyana xwe ji dest daye.
Rêvebiriya Tibê ya Edlî wê li ser cesedê wî lêkolîn bike û paşî sedema mirina wî aşkera bike. Dr. Sayın di 26 ê sibata 2008an de ji doza Ergenekonê hatibû zîndanîkirin û paşî şadeyiya bi dizî (xef) bi navê “Anadolu” kiribû. Di 29.01.2010an de li ser îtîrafê hatibû berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin