Li Elbistanê mirovekî 66 salî di baxçê mala wî de mirî dîtin

Li Elbistanê mirovekî 66 salî di baxçê mala wî de mirî dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li navça Elbistanê bavê 3 zarokan yê bi navê Boyraz Ali Koç (66) dîtin ku di nav baxçê xwe de bê tevger e. Tîmên tenduristiyê dema çûn ciyê rûdanê, dîtin ku Koç miriye.

Mirovên Koç dema agahiyan ji Koç nestendin li dora baxçe lê geriyan. Di wexta lêgerînê de dîtin ku Koç di nav baxçe de bê tevger maye.

Ji bo sedema mirina wî bizanibin, cenazê Koç şandin morga tiba edlî ya Kahramanmaraşê.