Keça 13 salî xwe ji balkona mala xwe avêt û jiyana xwe ji dest da

Keça 13 salî xwe ji balkona mala xwe avêt û jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Peyasê (Kayapınar) keçekî 13 salî xwe ji balkonê avêt û can da. Sedema xwe avêtina keçikê bi temamî diyar nîne lê li ser ezmûna wê ya di dawiya hefta borî de ya LGSê ku xerab derbas bûbû radiwestin.

Ciyê keça bi nave Y.Ç. (13) xwe avêtiye taxa Firatê sîteki ye. Dema tîmên polîs û tenduristiyê diçin ciyê rûdanê dibînin ku keçik can daye.

Cenazê wê birin morga tiba edlî ya Diyarbekirê û polîs li ser sedema mirina keçikê lêpirsînê dike.