Keça 19 salî di mala xwe de bi ben xeniqandî hat dîtin

Keça 19 salî di mala xwe de bi ben xeniqandî hat dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Yeşilyurdê keça bi navê I.D. (19) di mala xwe de bi ben ve daleqandî hat dîtin. Keça ciwan birin nexweşxanê lê can da. Li ser bûyerê lêpirsîn dewam dike.

Bûyer di 6ê mehê de roja Pêşemê seet di 02.30an de li taxa Turgut Özal qewimî. Li gor ragihandinê; I.D. (19) ji aliyê mirovên wê de bi ben ve daleqandî hat dîtin. Dema xeberê dan tîmên pêwendîdar, tîmên tenduristiyê keça navborî birin nexweşxanê lê li nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Meletiyê can da.

Piştî li Tiba Edlî karên wê yên fermî qedandin, cenaze teslîmê malbata wê kirin û malbat cenaze li goristana bajêr defin kir.

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.