Fransa dewriyê ji Amerîka distîne

Fransa dewriyê ji Amerîka distîne

PeyamaKurd-Leşkerên Fransayê li bajarê Munbicê wezîfa dewriyê ji leşkerên Amerîka distîne. Leşkerên Fransiz li bakûrê Sûriyê li 5 noqteyan bicîh bûne.

Di demên dawiyê de du alavên leşkerî yên Fransayê ku zirxî ne, li gundên Munbicê hatin dîtin û dîmenên wan ketin ser rûpelên çapemeniyê. Alavên Fransizan bo teqemeniyê, li dijî mayînan berxwedêrin. Yekîneya Fransiz wê wezîfa Amerîka ya dora ava Sacûrê bigre ser xwe.

Artêşa Fransa ewilî bi 70 kesî hat herêmê lê niha jimara wan gihaye 200 kesî. Leşkerên Fransayê bi HSDê re di nava têkiliyan de ne. Yekîneyên Fransiz (COS) di nava koalîsyonê de dixebitin û li Reqqayê, Kobanî, Sirrîn, Eyn Îsa û li gundê Xerab Işqê li fabrika çîmento ya Fransayê ya bi navê Lafarge dimînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin