PeyamaKurd – Medya tirk îro bi zarê çavkaniyên ewlekariyê ragihandibû ku êdî operasyona dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) bidawî hatiye, lê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî radigihîne ku êrîşên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên wê bi ser çend deverên Rojavayê Kurdistanê de bênavber berdewam dikin û şer û pevçûnên dijwar diqewimin.
Navenda Ragihandina HSDê îro bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êrîşên ji bo dagirkirina herêmên nû li Til Temir, Qizelî û Eyn Îsayê berdewam dikin û tevgera leşkerî ya artêşa tirk û çekdaran bo komkirina hêzan zêde bûye.
Li gorî daxuyaniya HSDê artêşa tirk û komên çekdar ji bejahî ve bi piştgiriya tang, top û çekên giran, êrişî çeperên şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya li gundê Dawidiyê kirin.
Herwiha li Eyn Îsayê jî bi piştgiriya firokeyên bêpîlot, tang û topan, tevgera xwe ya dagirkirinê û êrîşên xwe didomînin û xaleke hevbeş HSD û leşkerên artêşa Sûriyê bi obûsan hatiye bombebaran kirin.
Dîsa eniya Qizelî jî bi piştgiriya firokeyên bêpîlot û çekên giran, êrîşek li dijî hêzên HSDê hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin