Fermandarê Zêrvaniya Sînor: Em li navçeyên stratejîk ên Zaxo bicih bûne û venakisin

Fermandarê Zêrvaniya Sînor: Em li navçeyên stratejîk ên Zaxo bicih bûne û venakisin

PeyamaKurd - Fermandarê hêza zêrevanên sînor a Iraqê ku li hin navçeyên sînorî yên Zaxoyê hatine bicihkirin, ji Rûdawê re ragihandiye ku wan li çend xalên stratejîk ên li sînorê herdu nahiyeyên Batîfa û Derkarê hêzên xwe bicih kirine û hikûmeta Iraqê bi fermî Tirkiye agahdar kiriye ku ew hêz li wan cihan hatine bicihkirin.

Emîd Dilêr Ferzinde Zêbarî, Fermandeyê Hêza 1 a Zêrevaniya Sînor a Iraqê li Zaxo, îro di bultena Rûdaw TV de, derbarê tevgera hêzên Zêrevaniya Sînor li derdora qezaya Zaxoyê agahî dan.

Dilêr Ferzinde Zêbarî ragihand, “piştî destpêkirina operasyonên Tirkiyê û serdana Fermandarê Hêzên Zêrevaniya Sînor bo navçeyê, komîteyek ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve hat pêkanîn ku serdana navçeyê kir, paşê ferman hat dan, ku hêzên Zêrevaniya Sînor dest bi tevgerê bikin û dest bi ser çend pêgehên stratejîk ên navçeyê de bigirin.”

Roja 22ê Hezîranê, bo agahdarbûna ji rewşa navçeyên sînorî yên navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê, şandeke pilebilind a serbazî ya Iraqê bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Zêrevanên Sînor ên Iraqê, Ferîq Rukn Hamîd Ebdullah bi hevahengî li gel Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê serdana parêzgeha Duhokê kiribû û têkildarî rewşa navçeyên sînorî piştî operasyona Tirkiyê agahî wergirtibû.

Hêza 1 a Zêrevaniya Sînor di sala 2003an de û piştî rûxana rejîma Beis hatiye damezrandin û ser bi hikûmeta Iraqê ve ye.

Fermandarê Hêza 1 a Zêrevaniya Sînor herwiha diyar kir, fermande û serbazên wê hêzê bi tevahî Kurd in û xelkê navçeyê ne, niha ew li çend xalên stratejîk li sînorê herdu nahiyeyên Batîfa û Derkarê hatine bicihkirin.

Derbarê wê yekê ku ew hêz dê heta kengê li wan cihan bimînin û paşê kê dê erkê wan werbigire, Emîd Dilêr Ferzinde Zêbarî got: “Biryar hatiye dank u ew hêz li wan cihan bêne bicihkirin û dê her li wan deran jî bimînin.”

Fermandarê Hêza Zêrevaniya Sînor destnîşan kir, ti biryarek nîne ku ew hêz were guhertin û hêzek din ji Iraqê ve bo cihê wan were veguhastin û di navbera wan û Wezareta Pêşmerge de hevahengî heye.

Dilêr Ferzinde Zêbarî got, “Bi rêya Wezareta Navxwe ya Iraqê ve hikûmeta Tirkiyê hatiye agahdarkirin, ku hêzên Zêrevaniya Sînor li hin pêgehan li navçeyê bicih bûne.”

Rêveberê Nahiyeya Batîfayê, Dilşêr Ebdulstar duh 1ê Tîrmehê ji Rûdawê re ragihandibû, “hêzên zêrevanên sînor ên ser bi hikûmeta Iraqê ve li bilindahiyên Kela Şabanya û Siyar Bena li sînorê Batîfa û Kela Dêrê li sînorê bajarokê Derkarê yên ser bi Zaxo ve hatin bicihkirin.”

Li gor gotina Dilşêr Ebdulstar, bicihkirina wan hêzên Zêrevanên Sînor ji bo wê yekê bûye ku “Tirkiye zêdetir neyê nav xaka Herêma Kurdistanê û asayişa xelkê wan navçeyan parastî be.”

Fermandarê Hêza 1 a Zêrevaniya Sînor, Emîd Dilêr Ferzinde Zêbarî tekezî li ser wê yekê kir, ku hêzên wan dê li wan xalên nû ku hatine danîn, berdewam bin li ser erkê xwe û tekez kir, wan bi tevahî xwe amade kiriye û ji wan xalan venakişin.

Dilêr Ferzinde Zêbarî di vê derbarê de got: “Me amadekariyên xwe kirine û em ji bo her egerekê amade ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin