PeyamaKurd – Li bajarê Agiriyê li navçeya Patnosê li gundê Qaratoqlûyê di wexta fetarê de bi sedema arazî di navbera du malbatan de pevçûn derket. Di pevçûnê de kesekî hat kuştin û 12 kes birîndar bûn.
Berya fetarê bi 6 deqeyan her dû malbat munaqeşe kirin, bi dar, kevir û sîlihan lihev xistin. Di şer de Ömer Eskin li ciyê bûyerê can da û Feridun, Şahin, Vedat, Ahmet, Ömer Faruk, Hayrettin, Süleyman, Yusuf, Abdullah, Yusufcan, Ömer, Mehmet Faruk Eskin birîndar bûn.
Cendirme li gund tedbîrên ewlehiyê û asayîşê sitendin û birîndaran birin nexweşxana Patnosê ya dewletê. Di nav birîndaran de birînên 3 kesan xedarin. Lêpirsîna bûyerê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin