Li Semsûrê qeza çêbû: 12 birîndar

Li Semsûrê qeza çêbû: 12 birîndar

PeyamaKurd- Li bajarê Semsûrê li navçeya Kahtayê li dora wextê nîvro mînîbusekî rêwiyan û teksiyekî li hev ketin û di encamê de 12 kes birîndar bûn. Qeza li ser rêya Kahta û Diyarbekirê çêbû. Di qezayê de ji 12 birîndaran 2 ji wan zarok in.

Di nav birîndaran de her dû ajotvan, ji rêwiyan Fikriye Uçar (74), Miyase Altaş (30), Elif Ağırkaya (4), Güneş Peker (17), Remziye Ağırkaya (28), Ferit Çiftci (75), Hüseyin Zencirkıran (31), Ayşegül Ağırkaya (18), Abuzer Saydam (44) û Emine Özaltar (34) birîndar bûn.  

Li ser agahdayîna bo tîmên tenduristiyê ambûlans hatin ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxaneya Kahtayê. Li ser qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin