PeyamaKurd - Parêzgarê Duhokê Elî Teter da xuyakirin ku ji ber hebûna PKKê li gundên devera Badînanê, bi sedan gund nehatine avedankirin û wê yekê jî ziyaneke mezin gihandiye aboriya Herêma Kurdistanê.
Parêzgarê Hewlêrê Elî Teter di civîneke rojnamevanî de ragihand, yek ji pirsgirêkên sereke yên aboriyê li Herêma Kurdistanê ew e, ji ber hebûna PKKê û şer wê bi Tirkiyê re ye, bi sedan gundên sînorî nehatine avedankirin.
Dr. Elî Teter got, “PKKê tenê guh nade daxwazên hêzên kurdî, dema daxwaza vekişandina ji Şingalê jê dikin. Lê li Şingalê li ser daxwaza hikûmeta Iraqê û li Efrînê jî li ser daxwaza Tirkiyê vekişiya.”
Parêzgarê Duhokê diyar kir: “PKK bû sedema pirsgirêkên Şingalê, li perçeyên din yên Kurdistanê jî bûye pirsgirêk. Mixabin li Herêma Kurdistanê jî bûye sedema neavedankirina bi sedan gundên devera Behdîna. Ev jî bûye sedem bargiraniyekê li ser aboriya Herêma Kurdistanê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin