Almanya | Konferansa qehremanî û nasandina Pêsmerge tê lidarxistin

Almanya | Konferansa qehremanî û nasandina Pêsmerge tê lidarxistin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Almanyayê konferansek bi mijara nasandina erk, kar û çalakiyên Pêşmerge tê lidarxistin.

Şandeke Wezareta Pêşmerge bi mebesta beşdariya konferansa Pêşmerge li Almanyayê ye. derbarê nasandina erk û çalakiyên Pêşmerge de dike.

Berpirsê Eniya Mexmûr - Guwêr yê Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî ku ji bo beşdariya konferansê li Almanyayê ye, ji televizyona K24ê re ragihand, “DAIŞ li ser destê Pêşmerge hat şikandin û ji ber wê her konferansek hebe girîngiyeke taybet dide Pêşmerge, ji ber ku navê Pêşmerge wek qehreman hatiye naskirin.”

Sîrwan Barzanî got, “Ev konferans ji bo nasandina erk, kar û çalakiyên Pêşmerge li Almanyayê birêve diçe. Qehremaniya Pêşmerge hiştiye ku navê Kurd û Kurdistanê sed qatan zêdetir bê naskirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin