Serok Barzanî: Baweriya gelê Kurdistanê bi astî û dîyalogê heye

Serok Barzanî: Baweriya gelê Kurdistanê bi astî û dîyalogê heye

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 22yê Îlonê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa (YE) li Iraqê Martin Huth kir.

Malpera Fermî ya Serok Barzanî derbarê civînê de ragihand, di hevdîtinê de Balyozê Yekîtiya Ewropa pêzanînên xwe ji bo xebata gelê Kurdistanê ya ji bo azadî û demokrasîxwaziyê aniye ziman û tekezî li ser berdewamiya piştgîriya Yekîtiya Ewropa ji bo Herêma Kurdistanê re kir.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî bi kurtî dîroka xebat û wan êş û janan xisterû ku li ser gelê Kurdistanê hatine anîn û tekezî li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê bawerî bi aştî û diyalogê heye ji bo çareserkirina hemû giriftên wan yên ligel Bexdayê.

Di beşeke din a vê civînê de, derbarê proseya siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de danûstandina bîr û ramanan hat kirin û ronahî xistin ser gefên li ber Iraqê û hilbijartinên paşerojê.

Di civînê hewlên cîhanî yên ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê û encamên wê jî hatin axaftin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin