PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê Rûsyayê Mihail Bogdanov bo K24 ê ragihand ku Kurd bi têkoşîna li dijî terorê, di herêmê de terefekî girînge û têkiliyên wan bi Herêma Kurdistanê re baş in.
Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê û nûnerê taybet yê serokê Rûsyayê yê ji Rojhilata Navîn û bakûrê Afrîkayê berpirs Mihail Bogdanov, bo K24 ê ragihandiye ku bi Herêma Kurdistanê re koordînasyonekî wan ya baş heye.
Dîplomatê Rûs di daxwuyaniya xwe de got ku heyetekî ji Iraqê çûye seredana wan û di nav wan de Kurd jî hebûne, bi wan re hevdîtin kiriye û got ku bi temamê terefên siyasî yên Iraqê re têkiliyên wan başin.
Bogdanov behsa têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re kir û got li Bexdayê konsulxaneya Rûsyayê heye û hem li Herêma Kurdistanê li Hewlêrê heye.
Li aliyê dinê heyetekî ji Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Herêma Kurdistanê ji bo bi Rûsyayê re têkiliyên bazirganî zêde bike, li Moskovayê hevdîtinan kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin