PeyamaKurd- Operasyona Bagera Cizîrê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dijî IŞÎDê bênavber dewam dike.
Berdevka Operasyona Bagera Cizîrê Lilwa Abdullah di derbarê operasyonan de daxuyaniyek da û got ku di navbera hêzên me û IŞÎDê de şerên giran rû didin. Operasyon ji du milan ve dewam dike. Ji milê rojava û rojhilatê ve. Heta niha ji milê rojhilatê 9 km. û ji milê rojavayê 13 km.yan em bi pêş de çûne. Heta niha gundên Til-Hemîdî, Sefyan, Mezar Xerbî, Hîcle, Şemas, Mercan, Ewdad û Um Mehfurê hatin azadkirin.
Lilwa Abdullah wiha berdewam kir: IŞÎD bi çekên giran êrîşî me dike. Heta niha me 5 tûnêlên IŞÎDê dîtin. IŞÎDê mayînên xessas veşartine. Ji bo ku em wan îmha bikin, em bi baldarî dixebitin. Lewra em naxwazin ku zerar bigihe sivîlan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin