PeyamaKurd - Hat ragihandin ku komeke çekdar a bi navê Lîwaya Fatîh ku bi ser Tirkiyê ve ye, xelkê gundê Qirigolê yê Efrînê li nav meydana gund kom kir û destdirêjî li wan kir.
Lîwaya Fatih ku piraniya çekdarên wê Tirkmen in, xelkê gundê Qirigolê yê navçeya Bilbilê, li meydana gund kom kirin û ji wan xwestin ku berhemên zeytûnan ên koçberên gund radestî wan bikin, lê hin gundiyan ev red kir û rastî îşkence û lêdana wan çekdaran hatin.
Li gor nûçeya BasNewsê ku dispêre çavkaniyên herêmê, gundiyên Qiriogolê destûrnameya xwe ya rêveberiya xwecihî nîşanî wan çekdaran dane, lê dîsa jî rastî êrîşê hatine û ji wan serê malbatekê teneke zeytûn hatine xwestin.
Dîsa heman çavkanî didin xuyakirin ku wan çekdaran 6 gundî girtine û 2 kesên bi navê Qenber Mecîd Elî û Nîdal hemo şandine girtîgehê û îşkencê li wan dikin.
Hêjayî gotinê ye, ji dema operasyon û dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve dizî, talan, revandin û kuştina niştecihên Kurd berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin