Îran ji Ewrûpayê xerentiyê dixwaze

Îran ji Ewrûpayê xerentiyê dixwaze

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zarîf diyar kir ku welatên îmzeya wan li bin peymana nukleerî heye di şûna sozên nediyar de divê teahûdên mimkun e bên bicihkirin pêşkêş bikin.

Li gor nûçeya ISNAya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf ku beşdarî civîna peymana nuklerî ya li Awistiryayê bû der barê hevdîtinan de daxuyanî da çapemeniyê. 

Zarîf destnîşan kir ku piştî Amerîka ji peymanê vekişiya welatên din ên ku peyman îmze kiribûn lê disekinin pir eşkere nekirin û wiha dewam kir: "Ez ji hevpîşeyên xwe dixwazim ku di şûna sozên mezin û nediyar de teahûdên mimkun e bên sepandin pêşkêş bikin."

Di axaftina xwe da Zarîf got ku ew li bendê ne welatên din ên peymana nukleerî îmeze kirin berjewendiyên Îranê jî biparêzin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin