Li Bedlîsê bi hinceta PKKê li 59 gundan qedexe hat ragihandin

Li Bedlîsê bi hinceta PKKê li 59 gundan qedexe hat ragihandin

PeyamaKurd - Li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê qedexeya çûn û hatinê, li  45 gundan hate ragihand û Walîtiya Sêrtê jî li 14 gundan qedexeya çûn û hatinê ragihand. Sedema qedexeyan operasyonên li dijî PKKê hate nîşandan.

Waliyîtiya Bedlîsê ragihandiye, ku li 45 gundên ser bi parêzgeha Bedlîsê ve, ji ber operasyonên li dijî gerîlayên PKKê çûn û hatin hatiye qedexekririn.

Walitiyê dibêje bi hinceta ewlekariya welatiyan, ji 17ê Berfanbara 2019an, bo 45 gundên ser bi parzêgeha Bedlîsê ve, qedexeya derketina derve destpê dike û heta daxuyaniyeke din dê berdewam be.

Herwiha Fermandariya Cendirmeyan ya parzêgeha Sêrtê jî, bi hemahengiya li gel fermandariya cendirmeyan a navçeyên Xîzan û Hawêl, li dijî endamên PKKê operasyoneke hevbeş encam dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin