Emîne Senyasar pistî wergirtina îfadeya wê hat berdan

Emîne Senyasar pistî wergirtina îfadeya wê hat berdan

PeyamaKurd - Emîne Şenyaşar ku mêrê wê û 2 kurên wê ji aliyê mirovên parlamentarê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin û li ber avahiya edliyeya Rihayê 7 roj berê dest bi nobedariya edaletê kiribû, îro hatibû binçavkirin.

Hat zanîn ku Emîne Şenyaşar bi hinceta ku ‘heqaret li wezîfedarên dewletê kiriye’ ji bo wergirtina îfadeya wê hatiye binçavkirin û piştî îfadeyê hat berdan.

Hevjînê Emîne Şenyaşar Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wê Adil û Celal Şenyaşar, dema hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an ji aliyê pasevan û xizmên parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz hatibûn kuştin.

Emîne Şenyaşar ku ji dema bûyerê ve doza edaletê dike û dixwaze kujerên hevjîn û zarokên wê bên cezakirin, 7 roj berê li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobedariya Edaletê kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin