Encûmena Saredariyê ya Washingtonê bi fermî Cejna Newrozê nas kir

Encûmena Saredariyê ya Washingtonê bi fermî Cejna Newrozê nas kir

PeyamaKurd Encûmena Şaredariyê ya Washingtonê, bi piraniya dengan bi fermî Cejna Newrozê nas kir.

Encûmena Şaredariyê ya Washingtonê roja 1/3/2022an projebiryarek ku dihat daxwazkrin cejna Newrozê wek bûyereke “çandî û dîrokî” bê naskirin, bi piraniya dengan hat pesendkirin.

Encûmena Şaredariyê bi daxuyaniyekê diyar kir, Netewên Yekgirtî piştrast dike ku dîroka Newrozê 3 hezar sal in û salane ji aliyê zêdetir ji 300 milyon kesî ve li seranserê cîhanê tê pîrozkirin.

Herwiha Şaredariya Washingtonê da zanîn, gelên ji hemû pêkhateyên çandî, etnîkî û olî yên wekî Xiristiyan, Misliman, Cihû, Behaî, Zerdeştî û hwd.

Di berdewamiya daxuyaniyê de eşkere kir: “Netewên Yekgirtî bi fermî Newroz weke mîrateyeke çandî ya mirovahiyê nas dike ku ji aliyê gelek mirovên li seranserê cîhanê ve rêz lê tê girtin û tê pîrozkirin.”

Di encama vê biryarê de, Encûmena Bajarê Washingtonê bi fermî Newroz wek cejneke dîrokî qebûl kir û ji niha û pê ve dê bikeve salnameya wê ya fermî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin