PeyamaKurd – Di nav tevgera Kurdistanê de bi taybetî di nav lêkolîn û standardîzekirina zarvayê Zazakî de, yek ji kesên herî aktîv Mehmûd Neşîte (Mahmut Yörük) bû, di roja 9 ê Mijdara 2022an de li nexweşxana dil ya bi ser Zankoya Dîcle ve, bi sedema qelsbûna dil û hem bi nexweşînên hinek wesleyên bedenê koça dawî kir. Neşîte, bi temenê xwe li dora 80 salî bû lê weka xortekî li ser ziman û babetên din xebata xwe dewam dikir.
Neşîte bi eslê xwe ji Zazayên Licê ye û di demên berê de malbata wî koçî Farqînê kiriye. Di dawiya salên 1960 an de, di rêxistina Kurd di DDKO yê de weka layangirekî xebatê dikir. Di salên piştî 1974 an de di rêvebiriya rêxistina mamosteyan TÖB-DER ê de, carna serokatiya beşa Farqînê û carna di rêvebiriyê de dixebitî. Di xebata KİP-DDKD ê de aktîv xebatê dikir.
Di sala 1080an de dema leşker bûn desthilatê welat, mamoste Mehmûd Neşîte sirgûnê Anedolê kirin û bi salan li bajarên Anedolê, bi taybetî li bajarên ku şowenîstê Tirkan lê zêdebûn mamosteyiya seretayî kir.
Di salên 2000an de li Diyarbekirê karê rêxistina Grûba VATE ya Zazakî dikir, ji wan re cîh digirt, diket civîna VATE û karê baregeha VATE dimeşand. Ji çapa kovarê heya belavkirina kovara VATE xebatê dikir. Bi qederê zaravayê Zazakî serdestê zaravayê Kurmanciya jorîn bû jî.
Mehmûd Neşîte ji bilî xizmeta zaravayê Zazakî û babetên çandî, di rojên dawiyê de berhevkariya birêxistina pirtûkekî, bi hinek hevalan re dikir ku niha li ber çapêye. Pirtûk li ser seyda Mele Ebdulkerim Ceyhan e ku Ceyhan piştî şerê Agiriyê di nav tevegra Kurd de navekî herî li pêş bû. Xebata pirtûkê li ser jiyana Mele Ebdulkerim Ceyhan e ku ji şirove û gelek serpêhatiyên kesan yên bi Mele Ebdulkerim re qewimîne pêk tê. Mehmûd Neşite, wê xebata xwe jî temam kir û hêj koça dawiyê kir.
Cenazê wî do an ku di 9 ê Mijdara 2022an de, ji nexweşxana zankoya Dicle hat hilgirtin û bi tevlîbûna bi sedan kesan li goristana Yenikoy a Diyarbekirê, malbat û hevalên wî cenazê wî sipartin axê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin