Endamê Tevgera Azadî Suheyl Xursîd, hat kustin

Endamê Tevgera Azadî Suheyl Xursîd, hat kustin

PeyamaKurd- Ji aliyê çavkaniyên ji asayîşa Kifriyê ve hat ragihandin ku Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Suheyl Xurşîd, îro di encama êrîşeke çekdarî de hatiye kuştin û tê îdiakirin ku Xurşîd ji aliyê hêzên Tirk ve hatiye kuştin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin ragihandin, îro saet di 13:30an de bûyer pêk hatiye û Suheyl Xurşîd, li ber deriyê mala xwe ya li Kifriyê ya Silêmaniyê ji aliyê hêzên çekdarî ve hatiye kuştin.

Piştî bûyerê hat ragihandin ku heta niha tu aliyekê ev bûyer negirtiye ser xwe lê belê çavkaniyên nêzîkî Tevgera Azadiyê ku nêzîkî rêxistina PKKê ye, îdia dikin ku ev êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku meytê Suheyl Xurşîd, ji bo otopsiyê rakirine Nexweşxaneya Kelarê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin