PeyamaKurd- Ajansa fermî ya SANA yê ku binkeya nûçeya xwe dibe ser çavkaniyên leşkerî, ragihand ku Îsraîlê êrîşên hewayî biriye ser baregeha bajarê Hûmûsê ya T4 ê. Di nûçeyê de hat ragihandin ku êrîş ji niviştoka navbera Sûriyê, Iraq û Urdunê, ji devera Tenefê hatiye kirin.
Li baregeha T4 ê ji bilî artêşa Sûriyê, grûbên çekdar yên di bin fermana dewleta Îranê de û bi taybetî Hîzbûllah a Lubnanê heye.
Artêşa Îsraîlê her tevgera ku bo xwe talûke bibine, êrîşê wê derê dike û hedefa xwe têkdibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin