PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Balyozê nû yê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hickey kir.
Mesrur Barzanî pîrozbahî li Balyoz Hickey kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest.
Balyozê Brîtnayayê piştevaniya xwe ji bo pêngavên çaksaziyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbirî û amadehiya welatê xwe ji bo girîngîpêdana bi pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re nîşan da.
Balyoz Hickey got ku ew bi taybet hewil didin webirhênerên Brîtanî li Herêma Kurdistanê zêdetir webirhênanê bikin.
Herwiha balyozê Brîtanyayê piştevanî da rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal a Iraqê ya derbarê budceyê de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin