Cejna Qurbanê ya Kurdên Êzidî îro ye

Cejna Qurbanê ya Kurdên Êzidî îro ye

PeyamaKurd - Îro Cejna Qurbanê ya Kurdên Êzidî ye. Cejna Êzidiyan her sal bi çend rojan navberê ji Cejna Qurbanê ya Mislimanan tê pîrozkirin.

Kurdên Êzidî, di Cejnê de li Şingalê serdana gorê kesên xwe yên ezîz dikin. Ji bo vê cejnê jî bi sedan Kurdên Êzdî diçin Çiyayê Şingalê û li wir serdana gorên xwe dikin, ku di 24 goristanan de ne.

Di roja yekem a cejnê de, Kurdên Êzdî piştî serdana goristanan, li ser gorên miriyên xwe niza û lavayan ji bo miriyên xwe dikin. Kurdên Êzdî di salekê de heft cejnê taybet dikin, ji bo her cejnê jî rêûresmên taybet bi rê ve diçe.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin