PeyamaKurd - Hikûmeta Çînê, bi hinceta destwerdana karûbarên Hong Kongê cezayê aborî li ser 11 rayedarên Amerîkî sepand.
Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Tashaw Li Jyan da xuyakirin ku ceza weke bersiva rêkarên şaş ên Amerîkiyan e.
Tashaw got, wê ceza li 5 endamên Senato, Meclîsa Nûneran a Amerîkî, serokê Sendoqa Nîştimanî ya Geşepêdanê, Serokê Peymangeha Demokratîk, serokê Peymangeha Komarî ya Navneteweyî û hin kesên din bên birîn.
Tashaw Li Jyan destnîşan kir, Hong Kong parçeyek Çînê ye û karûbarên wê di çarçoveya karûbarên Çînê de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin