Santrala ceyranê Xebat bi rêûresmekê hat vekirin: Wê 150 MW ceyran çêke

Santrala ceyranê Xebat bi rêûresmekê hat vekirin: Wê 150 MW ceyran çêke

PeyamaKurd - Îro bi tevlîbûna Mesrûr Barzanî û Qubad Talabanî, rêûresma bikarxistina santrala ceyranê Xebat pêk hat. Wezîrê Ceyrana Herêma Kurdistanê ragihand, bi vebûna santrala Xebatê ra, wê  ji %10 ceyrana Herêma Kurdistanê zêde bibe.

Îro bi tevlîbûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, cîgirê wî Qubad Talebanî, Wezîrê Ceyranê Kemal Mihemed Salih û Balyozê Korya Başûr li Hewlêrê Çoy Kwang Jîn, santrala ceyranê Xebat, ku bi ‘dûkelê’ kar dike, hat vekirin.

Wezîrê Ceyranê Kemal Mihemed Salih di rêûresmê da gotarek pêşkêş kir û got, bi vebûna santrala Xebat, ceyrana Kurdistanê ji %10 zêde dibe.

Kemal Mihemed Salih her wiha got, santrala Xebat dê bi nefta reş kar bike û ceyran jî wê bi rêya dûkelê çêbibe.

Santrala ku li bajarokê Xebat yê Hewlêrê ye, dikare 150 MW ceyran çêkê,  ji aliyê şîrketeka Korya Başûr ve hatiye çêkirin.

Biryara çêkirina wê di sala 2012 hatibû dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin