HSD: Tohmetbarên kustina 2 rêveberên jin ên Rojava hatin girtin

HSD: Tohmetbarên kustina 2 rêveberên jin ên Rojava hatin girtin

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandiye ku wan ew kesên hevseroka Meclisa bajarokê Til Şayîr Seida El Hermas û cîgira wê Hind El Xidêr kuştine girtin.

Çavkaniyekê ji nav HSDê daye xuyakirin, Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê yên girêdayî HSDê 2 tometbarên çekdar girtine ku bi terorkirina herdu jinên berpisên Encûmena Bajarokê Til Şayir li nehiyeya Dişêşe li parêzgeha Hesekê, tometbar in.

Heman çavkaniyê diyar kiriye ku hêzên wan bi oparasyonekê ew herdu tohmetbar li herêma Dêrazorê girtin.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin