Rêber Ehmed peyamek serxwesiyê bo Dr. Firset Sofî belav kir

Rêber Ehmed peyamek serxwesiyê bo Dr. Firset Sofî belav kir

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, ji bo koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî peyamek serxweşiyê belav kir û got: "Ev nûçe ji hinav ve ez xemgîn kirim.”

Ji ber vîrusa Koronayê, Firset Sofî 41emîn Parêzgarê Hewlêrê, piştî 30 rojî di temenê 42 saliya xwe de, do jiyana xwe ji dest da.

Li ser hesabê xwe yê twitterê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed peyama xwe ya serxweşiyê belav kir û da zanîn: "Ez ji ber koça dawî ya hevalê xwe, akademîsyen û Parêzgarê Hewlêrê dilxemgîn im."

Herwiha Rêber Ehmed diyar kir, ‘‘Firset Sofî, kesekî xwe ji bo karê xwe terxan kiribû û gelek kar kir ji bo pêşvebirin û bidestxistina şefafiyê li tevahiya Herêmê. Ez serxweşiyê li malbat û hevalên wî dikim."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin