PeyamaKurd – Nûnerê Serok Barzanî yê Karûbarên Devera Barzan Mela Mistefa Mesûd Barzanî, bo koça dawî ya Parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî peyamek serxweşiyê belav kir.
Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî, ji ber nexweşiya vîrûsa Koronayê piştî mehekê, do koça dawî kir.
Peyama Barzanî wiha ye:
Nûçeya koça dawîn a Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî gelek xembar kirim.
Lewma hevxemiya xwe û serxweşiyê pêşkêşî malbat û kesûkarên wî dikim. Ji Xwedayê mezin dixwazim ku canê wî bi bihûşta xwe şad bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin