HDKê radestkirina Pêsmerge Mistefa Selîmî ji aliyê YNKê ve mehkûm kir...

HDKê radestkirina Pêsmerge Mistefa Selîmî ji aliyê YNKê ve mehkûm kir...

PeyamaKurd - Mekteba Siyasî ya Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) ango Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) daxuyaniyek li ser radestkirina xebatkar û Pêşmergeyê Rojihilatê Kurdistanê Mistefa Selîmîyê ku Asayîşa YNKê ew radestî Îranê kir û piştre jî hat darvekirin, belav kir.

HDKê bertekeke tund ji bo îxaneta radeskirina Mistefa Selîmî bo Îranê nîşan da û derbarê wê buyerê de ragihand ku ew girtin û radestkirina Mistefa Selîmî bo Îranê bi tûndî mehkûm dikin û hêvî dikin  Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê buyerê de rastiyan eşkere bike û kesên tohmetbar werin cezakirin.

Mistefa Selîmî ku tevî hevalên xwe ji girtîgeha Seqîzê reviyabû, derbasî Herêma Kurdistanê bûbû daku xwe bigihîne hevalên xwe yên Pêşmergeyên Rojhilat, lê asayîşa YNKê ya Pêncewînê ew girtibû û piştre jî radestî Îranê kiribû.

Serdozgeriya Îranê jî bi lez û bez fermana darvekirina wî derxistibû û ew bidarve kiribû ku ev yek wekî xiyanetekê li birayê xwe, bûye sedema nerazîbûneke mezin di nav kurdên hemû beşên Kurdistanê de.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin