SOHR: DAISê 11 serbazên rêjîmê jî kustin

SOHR: DAISê 11 serbazên rêjîmê jî kustin

PeyamaKurd – Rêxistina terorê ya DAIŞê li devereke di navbera Dêrazor û Şamê de 11 efser û serbazên rêjîma Sûriyê gulebaran kirin û kuştin.

Li gorî agahiyên Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR), DAIŞê li Dêrezora Sûriyê komek efser û serbazên rêjîma Sûriyê dîl girtin û paşê hemû gulebaran kirin û kuştin.

Malpera erebî ya Al Qudsê ku navenda wê li Londonê ye, ragihand ku terorîstên DAIŞê ew herêm xistiye bin kontrola xwe.

Hêjayî gotinê ye ku hta niha DAIŞê derbarê buyerê de daxuyaniyek nedaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin