Li ser mezelan 'Em dewleta Îslamê ne, li nêzîk tên!' nivîsandin

Li ser mezelan 'Em dewleta Îslamê ne, li nêzîk tên!' nivîsandin

PeyamaKurd – Li bajarê Hatay navçeya Reyhanli ku hevsînorê Sûriyê yê ligel Tirkiyê ye, ji aliyê kesên nenas ve bi sedan gorên nav goristana navçeyê hatin ruxandin.

Li ser hin goran jî nivîsên tirkî yên wekî, “Em dewleta Îslamê  ne’, ‘Em li nêzîk tên’ hatin nivîsandin.

Li gorî nûçeya hatayhaber.comê piştî bûyerê hêzên ewlekariyê lêkolîn li ser mezelên hatine ruxandin dane destpêkirin û dozgerî bi vê bûyerê hatiye agahdarkirin.

Endamên DAIŞê ango bi pênaseya wan Dewleta Îslamî, beriya niha jî li wê herêma sînorê Sûriye-Tirkiyê teqîn encam dabûn û piştî têkçûna leşkerî ya DAIŞê jî wekî şaneyên razayî li Tirkiyê û Sûriyê belav bûne ku li Rojavayê Kurdistanê jî êrîşên xwe berdewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin